Mûçeyê karmendên li Elmanyayê tê zêdekirin
Li Elmanyayê, di danûstandinên li ser mafên zêdeyî 2 mîlyon karker û karmendên li saziyên federal û rêveberiyên herêmî dixebitin de, li hev hat kirin.

Li gorî vê peymanê, ewilî wê mûçe ji sedî 2,4 bê zêdekirin û piştre ji 1'ê Adara 2017'an û pê ve bigihêje asta ji sedî 2,35'an.
Tûra sêyemîn a danûstandinên navbera nûnerên sendîkayan û rêveberên federal û herêmî, li bajarê Potsdamê pêk hatin û li ser du salan li hev hat kirin. Di çarçoveya peymanê de ji bo mûçeyên teqawîtên di qedemeya jêrîn de xebitîne bê zêdekirin, ji karsaz û xebatkaran ji sedî 0,2 prîma zêde bê kêmkirin.
Tê gotin, ev rêjeya di mûçeyê karker û karmendan de tê zêdekirin wê ji bo rêveberiyên federal û herêmî bigihêje 1,5 mîlyar euroyî. Prîma noel a xebatkarên di dereceke bilind de dixebitin, bê kêmkirin.
Sendîkayên karkerên cemaweriyê di muzakereyên beriya niha de daxwaza ji sedî 6'an a zemê ji bo du salan kiribû. Ev daxwaz nehatibû qebûlkirin.