Projeyên 'Bajarê Kesk' zêde dibin
Germahiya Global êdî bûye yek ji girîngtirîn rojevên civakên cîhanê. Hewldanên ji bo afirandina qadên jiyanê yên atmosfer û hawirdorê gemarî nakin, balê dikişînin.
Germahiya Global êdî bûye yek ji girîngtirîn rojevên civakên cîhanê. Hewldanên ji bo afirandina qadên jiyanê yên atmosfer û hawirdorê gemarî nakin, balê dikişînin.
Germahiya Global êdî bûye yek ji girîngtirîn rojevên civakên cîhanê. Hewldanên ji bo afirandina qadên jiyanê yên atmosfer û hawirdorê gemarî nakin, balê dikişînin. Lîstikvanê berê yê futbolê yê DYA'yî Syd Kîtson jî bi vê bîr û baweriyê dixwaze 'bajarê kesk' ê ji 50 hezar kesî, ku eletkrîka wê bi temamî ji enerjiya rojê tê peydakirin, ava bike.
Syd Kîtson ê 57 salî, demeke dirêj di Lîga Ftubola Amerîka (NFL) de lîst û piştî futbolê wexteke dirêj li qada emlaqê xebitî. Daxwaz û îdîa Kîtson ew e, ku li DYA bajarekî ji elektrîka paqij ava bike.
Kîtson bi vê armancê li Florîdayê erdekî ji 370 kîlometre çargoşeyî kirî û xwest, li vê derê projeya xwe ya 'bajarê kesk' bixe meriyetê. Lê belê ji ber rexneya 'şênkahiya li herêmê li holê radibe' ya şêniyên herêmê, demeke dirêj nekarî projeya xwe bi cih bîne. Li pêşberî van rexneyan Kîtson ji vî erdê xwe yê 3,5 qatî ji Parîsê mezintir e, 295 kîlometre çargoşeya wê firot eyaleta Florîda. Li ser 75 kîlometre çargoşeyî jî hezar û 100 lojmanan ava dike.
WÊ LI QADEKE JI 179 HEKTARÎ PANELÊN ROJÊ BÊ AVAKIRIN
Erdê mayî yê ji 179 hektarî (1,7 km2) radestî şîrketa enerjiyê ya bi navê Florîda Power and Light (FPL) kir ji bo panelên rojê çêbike. Kîtson wê elektrîka ji vir bê hilberîn, bide şîrketê. Lê belê ev elektrîka bê hilberîn, li şûna ku vî bajarê mezin yekser ronî bike, wê ji aliyê FPL ve li şêniyên bajêr bê belavkirin.
Li vî bajarê ku tê plankirin 50 hezar şêniyên xwe hebe, li şûna avahiyên gelekî bilind û xaniyên bi tena serê xwe yên li derveyî bajêr, konsepeke 'bersivê dide hemû pêdiviyên jiyana nûjen' tê plankirin. Li vî 'bajarê kesk' wê dibistan, restoran, xanî, qadên ger û geştê bê çêkirin. Lê pirsgirêka yekane ya vê projeyê, bihabûna wê ye ku li her budçeyê nayê.
Tê xwestin, heta sala 2017'an hezar 100 xanî yan jî daîre bên çêkirin. Balkêş e buhayê van xaniyan wê ji 200 hezar dolarî destpê bike. Avantaja wê ya bi tenê jî, xuya ye elektrîka li qadeke berfireh ji enerjiya rojê bê bidesxistin e.
BAJARÊN DIN ÊN KESK
Tevî ku ev projeya li DYA temam nebûye jî, li gelek deverên cuda yên cîhanê 'bajarên kesk' ên hevsengiya ekolojîk derdixînin pêş, hene. Yek ji van jî paytexta Îzlanda Rejkjavîk e.
Temamiya pêdiviya bajarê Reykjavîk a ji elektrîkê, bi rêya santralên jeotermîk an jî hîdro elektrîk tê bidesxistin. Ji bo pêwîstiya bi enerjiyê, atmosfer nayê gemarîkirin.
Bajarê Swêd Malmo jî bi rêyên xwe yên bîsîkletê ku dirêjahiya wan 400 kîlometre ne, otobus û trenên dîzelê bi kar nînin û avahiyên nû yên ji salên 2000'î û vir ve bi tenê eneriya ji roj, av û ba lê tên bikaranîn, balê dikişînin.
Li bajarê Kanada Vancoûverê jî ji sedî 90 ê pêdiviya bi elektrîkê ji enerjiya roj, ba û pêlên deryayê tên bidestxistin.
Çend ji bajarên ku hevseniya ekolojîk li ber çavan digire û girîngiyê dide pêşketina domdarî ev in; Paytexta Danîmarka Kopenhagen, bajarê Awûstralya Sydney, bajarê Ekvaor Bahîa de Caraqûez, paytexta Kolombiya Bogota, bajarê Brezîla Cûrîtîba, paytexta Îngilîstan London û bajarên Portland ên DYA.