Elmanya wê hîn bêhtir leşkeran bide mîsyona NATO ya li Rojhilatê Ewropayê

Hewldanên NATO yên ji bo zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî li welatên Baltik zêde dibin. Tê gotin, piştî serdana Obama, Elmanyayê biryar daye hîn bêhtir leşkeran bişîne herêmê.

Hewldanên NATO yên ji bo zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî li welatên Baltik zêde dibin. Tê gotin, piştî serdana Obama, Elmanyayê biryar daye hîn bêhtir leşkeran bişîne herêmê.

Li gorî îdîaya di Spîegel Onlîne de cih girt û ji hin aliyan ve ji aliyê Wezareta Parastinê ve hat erêkirin, Elmanya wê di çarçoveya mîsyonên NATO'yê de hejmara yekîneyên xwe yên li welatên Baltik zêde bike. Li gorî vê yekê, biryara şandina leşkeran di dema serdana Serokê DYA Barack Obama ya roja Yekşemê de di hevdîtina bi lîderên Elmanya, Brîtanya, Îtalya û Fransayê de hat wergirtin.

Li gorî vê planê wê Elmanya150 heta 200 leşkerên din tevlî 5 hezar 500 leşkerên NATO dixwaze di nava vê salê de ji bo manewrayên leşkerî û perwerdeyê bişîne Polonya, Estonya, Lîtvanya, Letonya û Romanya bike. Bi vî rengî hejmara leşkerên Elmanya ya di nava mîsyonên NATO yên li Rojhilatê Ewropayê de, wê bigihêje 400 kesî.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat piştrastkirin ku Elmanya wê hejmara leşkerên xwe yên li nava mîsyonên NATO yên li Rojhilatê Ewropayê zêde bike. Di daxuyaniya berdevk de hat ragihandin, mijar wê di meha Tîrmehê de di civîna bilind a li paytexta Polonya Varşova de bê zelalkirin.