Hollanda wê li hemberî teqînên nuklerî iyotê belav bike
Piştî Belçîkayê, Hollanda jî ji ber fikara teqîna reaktorên nuklerî, tedbîran digire.
Piştî Belçîkayê, Hollanda jî ji ber fikara teqîna reaktorên nuklerî, tedbîran digire.
Piştî Belçîkayê, Hollanda jî ji ber fikara teqîna reaktorên nuklerî, tedbîran digire. Hikûmet dixwaze, li hemberî karesateke gengaz a nuklerî 15 mîlyon tabletên iyotê belav bike. Feyda iyotê di kêmkirina bandora radyasyonê de, cihê nîqaşê ye.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hat dayîn, wê hemû zarok û ciwan van tabletên iyotê werbigirin. Bi vê yekê tê xwestin, mirov ji tîrêjên radyoaktîf werin parastin.
Li gorî wezaretê, jinên ducanî yên 100 kîlometre nêzî santralên nuklerî ne, wê karibin ji vê rêbazê sûdê werbigirin.
Lê hînê cihê nîqaşê ye, ku iyot di teqîneke gengaz a nuklerî de wê bi kêr bê yan na. Di daxuyaniya Greenpeace de hat ragihandin, tabletên iyot nikare mirovan ji madeyên radyoaktîf biparêzin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "sîwana kokteylê çiqasî karibe mirovan ji baranê biparêze, tableta iyot jî ewqasî dikare ji qeza reaktoran biparêze."
Ji vê pêkanîna li Hollandayê heta niha mirovên heta 40 salî yên 20 kîlometre li dora santalên nuklerî dijîn, dikarîbûn sûdê werbigirin.
Tekane santrala nuklerê ya Hollandayê, li gundê Borssele yê li rojavayê welêt e. Lê belê santralên nuklerî yên Tîhange û Doel ên Belçîkayê yên li ser sînorê Hollandayê ne û santrala nuklerî ya Emsland a li ser sînorê Elmanya-Hollanda ye, rê li ber fikaran vedikin.
Hikûmeta Belçîkayê roja Pêncşemê dabû xuyakirin, ku wê li 11 mîlyon welatiyan tabletên iyotê bêpere bên belavkirin.