Ji ber fenomena El Nîno, ku hînê dewam dike ji Asyayê heta Afrîkayê zêdeyî 60 mîlyon mirov nikarin xwe xwedî bikin. Ev yek bandorê li çandiniyê dike ku çavkaniya debara bi sed mîlyonan însanî ye.
El Nîno ku bi zimanê Spanyolî tê wateya 'kur', bi germbûna ava li Okyanûsa Mezin a li rojavayê Başûrê Afrîkayê rû dide. Dema sar dibe jî jê re La Nîna yanî 'keç' tê gotin.
El Nîno du yan jî heft salan carekê berê herikîna li Okyanûsa Mezin diguherîne. Ji ber bandora xwe ya germ, dibe sedema rûdana bahozan, baraneke dijwar, rabûna lehiyan, rûdana ziwayî, şewat û windahiya berhemenên çandiniyê.
LI HÎNDÎSTANÊ 330 MÎLYON MIROV MEXDÛRÊN ZIWAYIYÊ NE
Welatê ku ziwayiya ji ber El Nîno rû dide bandorê lê dike, Hîndîstan e. Çandinî û hilberîna li Hîndîstanê ku çavkaniya bi deh mîlyonan cotkaran e, kêm dibe. Hejmara mirovên dikevin bin bandora vê ziwayiyê, tê texmînkirin ku 330 mîlyon e.
Tevî vê rewşê, Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modî bi rengekî balkêş hewl dide qanûna li ser reforma xakê ya di sala 2013'an de dema ew li mûxalefetê bû hat qebûlkirin, biguherîne. Modî dixwaze, bi rengekî ku xizmetê ji şîrketên çandiniyê re bike, bûyîna xwedî xakê hêsan bike. Ev du sal in cotkar nerazîbûneke tund nîşanî wî didin.
Li Hîndîstanê di dema dawî de zêdebûna întixara cotkaran û zêdebûna hejmara zarok û ciwanên di dema lêgerîna li avê de jiyana xwe ji dest dane, ji rojevê danakevin.
Piştî Hîndîstanê, ziwayiya ji ber El Nîno herî zêde bandorê li Endonezyayê dike. Bi tenê li girava Sûmatra, ziwayî bandorê li çavkaniya debarê ya mîlyonan mirovî dike.
Li girava Sûmatra ya Endonezyayê, par ji ber bandora El Nîno li daristanan şewatên mezin rû da bûn û xisar li qadên çandiniyê bûbû.
LI AFRÎKAYÊ XETERÎ MEZINTIR E
Li Afrîkayê ku sedsala 20'an bi ziwayî û birçîbûna rê li ber mirina bi mîlyonan mirovan vekir bihurand, rewşa heyî gelekî tirsnak e. Bi taybetî li welatên li Başûrê Afrîkayê, ji ber ziwayiyê gelek qadên çandiniyê nikarin bên bikaranîn.
Ji ber barana bêwext a zivistan û biharê û ziwayiya piştre destpê dike, yek ji sê parên nifûsa Bostwana bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Çavkaniyên avê yên li Zambiya û Zîmbabwe li ber ziwabûnê ne.
Li Bendava Karîba ya li qadeke ji 5 hezar 500 kîlometre çargoşeyî ya li navbera her du welatan, asta ava lê ye ji meha Adarê û vir ve ji 15 kêm bûye.
Çandiniya garisan a li başûrê vê parzemînê, herî zêde xisar ji ziwayiyê dibîne. Li gorî daneyên Komîteya Çandiniyê ya Başûrê Afrîkayê (CEC), hilberîna garisê spî yê li welêt, wê biqasî 7,5 ton be. Ev yek jî ji bo xwedîkirina têrker tê wateya kêmbûna yek ji çar parên 10 mîlyonî.
LI VÎETNAM, FÎLÎPÎN Û TAYLANDÊ BANDORÊ LI DEH MÎLYONAN MIROVÎ DIKE
Li Vîetnama ji 90 mîlyon mirovî jî, ku ji sala 1926'an û vir ve ziwayiya herî dijwar dijî, rewş xerabtir e. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hejmara mirovên ji ber ziwayiyê nikarin avê peyda bikin gihaştiye 2 mîlyonî. 60 hezar jin û zarok jî birçî ne.
Li Vîetnamê hejmara mirovên ji ber ziwayiyê ji çavkaniyên xwe yên debarê bûne 1,7 mîlyon e. Fikar hene, eger ziwayî bi vî rengî dewam bike wê ev hejmar zêde bibe.
Li Taylanda ji 67 mîlyon nifûsî, El Nîno herî zêde bandoreke neyînî li çandiniya birincê dike. Wezareta Maliyeyê ya Taylandê, ji bo pêşî li zerarên ziwayiyê rê li ber vekiriye bigire, neçar ma bi 2 mîlyar dolarî budçeyê ji cotkaran re veqetîne.
Rewşeke bi heman rengî li Fîlîpînan heye, ku bi mîlyonan kedkarên çandiniyê di rewşeke zehmet de ne. Ji ber xemsariya hikûmetê ya li pêşberî mijarê, di navbera cotkar û polîsan de di demên dawî de şerekî mezin qewimî bû.