Li Spanyayê hikûmet ava nebû, xuya ye hilbijartin wê dîsa pêk bên
Ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve, li Spanyayê koalîsyon nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê, hat ragihandin ku wê parlament ji hev bê belavkirin.
Ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve, li Spanyayê koalîsyon nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê, hat ragihandin ku wê parlament ji hev bê belavkirin.
Ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve, li Spanyayê koalîsyon nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê, hat ragihandin ku wê parlament ji hev bê belavkirin. Li gorî agahiyan, Qral Felîpe yê 6. ev biryara xwe ji Serokê Parlamentê Patxî Lopez Alvarez re ragihandiye.
Di daxuyaniya Qesra Qraliyetê de hat ragihandin, Felîpe yê 6. Lopez diyar kiriye, ku ji bo avakirina hikûmeteke nû, siyasetmedarekî ji serokwezaretiyê re bibe namzet nîne.
Bi vê yekê re pêvajoya ji hev belavkirina parlamentê destpê kir. Her çend dema ji bo avakirina hikûmetê ji aliyê qanûnî ve di 2'ê Gulanê de tijî bibe jî, xuya ye nepêkan e ku heta hingî hikûmet were avakirin.
Serokê Parlamentê Lopez der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir, hevdîtina bi Qral Felîpe yê 6. hevdîtina dawî bû û wê biryarnameya ji bo ji hev xistina parlamentê biweşînin.
Di hilbijartinên dawî yên li Spanyayê de Partiya Gel a mûxafazakar a li desthilatdariyê deng kêm kiribû û ji sedî 28,7, PSOE ji sedî 22, Podemos, ji sedî 20,7 û Cîûdadanos a lîberal ji sedî 13,9 ê dengan stenbiûn.
Li gorî anketan, di hilbijartinên tê plankirin di 26'ê Hezîranê were lidarxistin de partî wê encamên mîna ya hilbijartinên dawî bi dest bixin.