Parîs li ser piyan e: Çalakiya nobedê mehek li dû xwe hişt

Tevgera "Şev li ser piyan e" ku di dema protestoyên li hemberî qanûna kar a li Fransayê derket holê, ev mehek e li ser piyan e.

Çalakiya nobedê ku her êvarê li Qada Rebûblîûqe  ya Parîsê tê lidarxistin, cara ewilî di 31'ê Adarê de destpê kiribû.

Tevgera ku hebûna lîsteyeke lîder, berdevk an jî mirovên xwedî îmtiyaz red dike, tevî hemû zext û zordariyên polîsan jî, li ser piyan e.

Ev çalakî beşên cuda yên civakî li hev dicivîne. Bi taybetî meylên weke çepa çepgiran tê pênasekirin, bi giranî di nava van çalakiyan de cih digirin.

Çalakgerên li Qada Repûblîqûe gelek caran bûn hedefa êrîşa polîsan. Herî dawî di serdegirtina şeva Pêncşem-Înê de 27 kes hatin binçavkirin.

Roja serdegirtin pêk hat, li gelemperiya Fransayê 500 hezar karker û xwendekar daketin kolanan û pêşnûme qanûna kar protesto kirin.

Di dema van çalakiyan de şerekî dijwar jî qewimî. 214 kes hatin binçavkirin, 2 çalakger bi giranî birîndar bûn, yek jê çavê wî rijiya. 78 polîs jî birîndar bûn.