Li Îtalyayê operasyona li dijî DAIŞ'ê: Çeteyên plana êrîşê li Romayê dikirin hatin girtin
Li Îtalyayê, di operasyona li hemberî DAIŞ'ê de 6 endamên çete hatin binçavkirin. Tê gotin, yek ji van çeteyan hewl daye li Romayê êrîşê bide kirin.
Li Îtalyayê, di operasyona li hemberî DAIŞ'ê de 6 endamên çete hatin binçavkirin. Tê gotin, yek ji van çeteyan hewl daye li Romayê êrîşê bide kirin.
Li bajarên Lecco, Varese û Mîlano, bi beşdariya gelek polîsan operasyonek hat lidarxistin û di encamê de 6 endamên DAIŞ'ê hatin binçavkirin. Li gorî daxuyaniyê, çeteyên hatine girtin hin plan çêkirine û xwe amade dikirin biçin Sûriyeyê.
Ji axaftinên bi telefonê yên ji aliyê polîsên Îtalyayê ve hatin guhdarîkirin, hat tespîtkirin ku yek ji gumanbarên çeteyên DAIŞ'ê yên hatin girtin, ji bo êrîşê li Romayê bike, hewl hatiye dayîn bê îqnakirin.
Dozgerê lêpirsînê Maûrîzîo Romanellî, axaftina navbera endamên DAIŞ'ê yên li derveyî welat û 'Îslamiyên tund' ên li nava Îtalyayê, plana êrîşê ya li hemberî Romayê ji sedî sed radixe pêş çavan.
Hat ragihandin, du ji 6 kesên hatine binçavkirin hevjînên hev in û zarokên wan hene. Hat gotin, zarokên van ên emrê wan biçûk in, di nava ewlehiyê de ne.