Ewropa li dijî penaberan hîn bêhtir têlan dirêse
Piştî pêla penaberan a par di ser Balkanan ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve herikî, li ser sînorên gelek welatan careke din têl tên rêsandin.
Piştî pêla penaberan a par di ser Balkanan ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve herikî, li ser sînorên gelek welatan careke din têl tên rêsandin.
Piştî pêla penaberan a par di ser Balkanan ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve herikî, li ser sînorên gelek welatan careke din têl tên rêsandin. Piştî Îngilîstan û Fransayê, Awûstûryayê jî têlên xwe yên li ser sînor zêde kir.
Awûstûrya, piştî qelsbûna herikîna penaberan ji Yewnanîstanê, wê bi sedan metreyî têlan li ser sînorê xwe yê bi Îtalyayê re raxe. Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku li ser rêya Brenner bi qasî 250 metreyan têl bên rêsandin û pêşî li derbasbûna ji herêmên tûrîstîk bê girtin.
Hat ragihandin eger 'pêwîstî pê bê dîtin' wê ev têl heta 370 metreyî jî were dirêjkirin. Bi kontrolên li vê derê ve, eger kota penaberan a li welêt tijî bûbe, wê penaber bên vegerandin.
Îtalyayê nerazîbûn nîşanî vê plana Awûstûryayê da. Serokwezîr Matteo Renzî diyar kir, plana raxistin têlan a Awûstûryayê binpêkirina hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ye û anî ziman, ew ê mijarê bixe rojeva Brukselê.
Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Angelîno Alfano li paytext Romayê bi hempîşeyê xwe yê Awûstûryayî Wolfgang Sobotka re rûnişt û li hemberî plana raxistina têlan, welatê cîran hişyar ki. Alfano destnîşan kir ku biryara hikûmeta Awûstûryayê 'bêaqilî' ye.