Li Lîbyayê di şerê navbera şebeke û koçberan de herî kêm 15 kes mirin

Li bajarê Benî Welîd ê Lîbyayê ku heta niha şer kêm caran lê qewimî, di navbera koçberan û qaçaxçitiyên mirovan de şer derket. Herî kêm 12 koçberên Misirî û 3 welatiyên Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsyarê Mîsyona Alîkariya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) Martîn Kobler diyar kir, kesên jiyana xwe ji dest dane Misiriyên li bajêr in. Kobler bang li rayedarên xwecihî yên nêzî hikûmetê kir, ku ji bo bûyerên bi vî rengî dubare nebin, bikevin nava hewldanan.

Wezareta Karên Derve a Misirê jî daxuyaniyek da û da zanîn, ku di navbera koçberên Misirî û qaçaxçiyên mirovan ên Lîbyayî de şer derketiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin 12 heta 16 welatiyên Misirê jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyên herêmî jî dan xuyakirin, ku 3 qaçaxçiyên mirovan ên Lîbyayî ji aliyê koçberên li hemberî wan şer kirin ve hatin kuştin û malbatên van kesan jî bi armanca hilanîna kolê, êrîşî koçberên Misirî kirine.

Li bajarê Benî Welîd ê 150 km li başûrrojhilatê paytext Trablûsê ye, heta roja îro zêde lê şer neqewimî. Li bajêr bi hezaran Misiriyên ji bo kar hatine hene. Hin jê jî ji bo derbasî welatên Ewropayê bibin hatine.