Bîlançoya şerên li Fransa: 78 polîs birîndar, 214 binçavkirin

Bîlançoya bûyerên duh li Fransayê yên ku li hember pêşnûmeya Qanûna Xebatê ya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) wek nerazîbûn derketin holê û pevçûn derketin, hatin eşkerekirin.

Bîlançoya bûyerên duh li Fransayê yên ku li hember pêşnûmeya Qanûna Xebatê ya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) wek nerazîbûn derketin holê û pevçûn derketin, hatin eşkerekirin.

Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve dema ziyareta xwe ya Strasboûrgê agahî da çapemeniyê, got duh di pêşendanên 7’emîn ên ku li hember pêşnûmeyê hatin lidarxistin de 214 kes hatine binçavkirin. Wezîr diyar kir ku di du mehên dawî yên pêşendanên li dijî pêşnûmeyê de 961 kes hatine binçavkirin.

Cazeneûve got ku rewşa hin polîsên di çalakiyên li duh li Parîsê de birîndar bûne giran in, têkîldarî hejmara çalakvanên birîndar jî ti agahî parve nekirin.