Ji bo têkbirina Serokê Venezûelayê plana referandûmê di dewrê de ye

Ji bo têkbirina Serokdewletê Venezûzelayê Nîcolas Madûro, mûxalefeta rastgir a piraniya parlamentê ji endamê wan pêk tê, plana referandûmê xist dewrê.

Ji bo têkbirina Serokdewletê Venezûzelayê Nîcolas Madûro, mûxalefeta rastgir a piraniya parlamentê ji endamê wan pêk tê, plana referandûmê xist dewrê.

Koalîsyona bi navê Maseya Yekîtiya Demokratîk (MUD) a mûxalîfan, ji bo Serokdewletê sosyalîst ji wezîfeyê bigire, ji Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE) erka berhevkirina îmzeyan ji bo referandûmê wergirt.

Bi vê biryara CNE re divê mûxalefet herî kêm ji sedî 1 ê hilbijêran, yanî 198 hezar îmzeyan kom bike. Piştî ku îmze hatin berhevkirin, wê qonaxa destpêkê ya pêvajoya muzakereyê destpê bike.

Di qonaxa duyemîn de jî eger 4 mîlyon îmze bên komkirin, wê referandûm pêk were. Di referandûmê de wê pirsa 'hûn dixwazin Serok Madûro li ser wezîfeyê bimîne yan na' bê pirsîn.

Nîcolas Madûro ku piştî wefata lîderê sosyalîst Hûgo Chavez di sala 2013'an de ji bo serokatiyê hat hilbijartin, ji ber krîza aboriyê ya piştî kêmbûna buhayê petrolê rû da, bû hedefa mûxalefetê. Her wiha ji ber pirsgirêka di enerjiyê de ev çend meh in polîtîkaya teserûfê dimeşîne, ji ber vê jî rastî nerazîbûna tund a mûxalefetê tê.