Qadên şînkayî zêde bûn

Li gorî lêkolînek ji aliyê 32 zanyarên ji 8 welatan ve hat kirin û li kovara Natûre Clîmate Change hat weşandin, rêjeya qadên şînkayî yên li ser rûyê erdê, di nava 33 salan de bi 18 mîlyon kîlometre çargoşeyî zêde bû.

Li gorî lêkolînek ji aliyê 32 zanyarên ji 8 welatan ve hat kirin û li kovara Natûre Clîmate Change hat weşandin, rêjeya qadên şînkayî yên li ser rûyê erdê, di nava 33 salan de bi 18 mîlyon kîlometre çargoşeyî zêde bû. Zêdebûna rêjaya karbondîoksîtê weke sedema bingehîn a vê yekê tê nîşandan.

Ji sedî 32 ê rûyê erdê ji qadên şînkahî û nebatan pêk tê. Ev yek, li derveyî herêmên qeşa lê heye, ji sedî 85 ê rûyê erdê ye.

Di nava vê demê de rêjeya qadên şînkayî yên ji holê rabûn, ji sedî 4 e. Ev windabûn bi taybetî li Alaska, Mogolîstan û Arjantînê hat dîtin.

Her çend qadên şînkayî yên li ser rûyê erdê zêde bûne jî, talana li daristanan di asteke xetere de balê dikişîne. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava 25 salan de qada daristanî ya hat tinekirin, 1,3 mîlyon kîlometre çargoşe ye.

PARA KARBODÎOKSÎT JI SEDÎ 70 YE

Li gorî lêkolînê, zêdebûna rêjeya karbondîoksît (CO2) yek ji sedemên herî girîng ên zêdebûna qadên şînkayî ye. Para karbondîoksîtê di zêdebûna qadên şînkayî de ji sedî 70 tê nîşandan. Li gorî lêkolînê para azotê di vê zêdebûnê de ji sedî 9 e.

Bi bandora germahiya global re li hin herêman qeşa heliyan û dema mezinbûnê ya nebatan dirêj bû. Para vê di zêdebûna qadên şînkayî de di asta ji sedî 8 de hat tespîtkirin.

Yek ji endamên vê lêkolînê zanyar Phîlîppe Cîaîs da xuyakirin, ku haya wan ji bandora karbondîoksîtê ya li ser zêdebûna qadên şînkayî hebû, lê yekemcar di vê asta bilind de hatiye tespîtkirin.

Li gorî hin pisporan ev zêdebûna qadên şînkayî demkî ye û wê bi demê re kêm bibe. Li gorî vê nêrînê, ji ber ku nebat wê di rêjeyek bilind de karbondîoksîtê hilberînin, ev pêvajoya zêdebûnê wê berevajî bibe.