Serokê BKA Holga Munch û Parlamenter Marlene Mortler ku ji aliyê hikûmeta federal ve têkildarî pirsgirêka narkotî hat wezîfedarkirin, rapora bikaranîna narkotîkê li Elmanyayê, ji raya giştî re eşkere kirin. Di vê konferansa li paytext Berlînê de, hejmara mirovên ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê di dema dawî de jiyana xwe ji dest dan, zêde bûye.
Li gorî rapora li ser bikaranîna narkotîkê, di navbera salên 2009-2011'an de bikaranîna madeyên narkotîkê kêm bû, lê ev rêje di salên dawî de careke din zêde bû.
Di raporê de hat ragihandin, hejmara mirovên di sala 2015'an de ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê jiyana xwe ji dest dan 1226 e. Di sala 2014'an de ev hejmar 1032 bû, ku di asta rêjeya ji sedî 19'an de zêde bûye.
Di sala 2013'an de hejmara mirovên ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê jiyana xwe ji dest dan 1002, di sala 2012'an de jî 944 bû.
Li gorî raporê, mirovên ji ber bikaranîna narkotîkê jiyana xwe ji dest dane bi giranî li eyaletên Hessen, Sachsen, Sachsen-Anhalk û Saarlandê bûn. Hat ragihandin, ji sedî 84 ê qurbaniyan mêr in.
Li gorî raporê, sûcên pêwendiya xwe bi narkotîkê hene, ji sedî 2 zêde bûn û gihaşt 282 hezar 600 bûyeran.
Di raporê de bal tê kişandin ser bazirganiya narkotîkê û tê gotin, di sala 2015'an de bikaranîna kokaînê li gorî par ji sedî 7, bikaranîna eroînê ji sedî 15 zêde bû. Hejmara mirovên par yekemcar hat tespîtkirin ku narkotîkê bi kar tînin, ji sedî 4 zêde bû û gihaşt 20 hezar 890 kesî.