Tê gotin 'Serokê îstîxbarata Elman ji wezîfeyê tê girtin'

Di nûçeyên li medya Elman hatin weşandin de hat îdîakirin ku Serokê Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal (BND) Gerhad Schîndler ji wezîfeyê qut dibe.

Di nûçeyên li medya Elman hatin weşandin de hat îdîakirin ku Serokê Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal (BND) Gerhad Schîndler ji wezîfeyê qut dibe. Li gorî îdîayê, Serokwezaretiyê zexta îstifayê li Schîndler kiriye û tê gotin wê li şûna wî, yek ji karmendên payebilind ê nêzî Wezîrê Maliyeyê Brûno Kahl bê wezîfedarkirin.

Di nûçeyên Suddeutsche Zeîtûng, NDR, WDR û Spîegel de, ji Daîreya Serokwezaretiyê wê îro bang li Serokê BND bê kirin û jê re were ragihandin, ku ji wezîfeyê hatiye girtin.

Di nûçeyên agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên BND'ê, Schîndler ê ji sala 2012'an û vir ve vî karî dike, di nava 60 salên dawî de şefê herî serketî yê îstîxbaratê tê dîtin. Lê belê di mijara ewlekariya sîber de projeyên mezin jê re nehat hiştin.

Gerhard Schîndler, di salên dawî de ji ber skandalên guhdarîkirin û şopandinê ya li dora Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) ketibû rojevê.