Di çalakiya 7. a li dijî Qanûna Kar a li Fransayê de alozî rû da

Li dijî pêşnûme qanûna hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) a mafên xebatkaran kêm dike, îro li Fransayê cara 7. çalakî hat lidarxistin.

Li dijî pêşnûme qanûna nû ya kar ku wê di 3'ê Gulanê de bikeve rojeva Meclîsa Neteweyî, îro cara heftemîn çalakî tên lidarxistin.

Tevî xwendekaran, xebatkarên şîrketên Rêyên Hesinî (SNCF) û Rêyên Hewayî destek dan çalakiyan û ketin grevê.

SNCF'ê da xuyakirin ku yek ji deh seferên wan hatine betalkirin. Li balafirgehên li derdora Parîsê jî seferên hin balafiran hatin betalkirin an jî bi derengî tên kirin.

Di çarçoveya çalakiyan de bi sedan kes rêyên bajarê Le Havre û pêşiya bendera bajêr girtin.

Li bajarê Nantesê jî di navbera polîs û xwepêşandêran de şer derket. Tê îdîakirin ku di vê bûyerê de hin wesayît hatine şewitandin.

Ji bo xwepêşandanên li paytext Parîs û bajarên din ên mezin, girseyên gel li hev dicivin. Dihat plankirin ku li nêzî 200 bajaran çalakî werin lidarxistin.