Li Ûkraynayê agirbesta Cejna Paskalya

Bi wesîleya Cejna Paskalya, ku Xiristiyanên Ortodoks wê sibe pîroz bikin, di navbera hikûmeta Ûkraynayê û komên Rûs de agirbest hat ragihandin.

Bi wesîleya Cejna Paskalya, ku Xiristiyanên Ortodoks wê sibe pîroz bikin, di navbera hikûmeta Ûkraynayê û komên Rûs de agirbest hat ragihandin.

Ji hevdîtinên li ser agirbestê yên di navbera komên Rûs ên herêma Donbass a li rojhilatê welêt kontrol dikin û hikûmetê, encameke erênî derket.

Berdevkê Serokdewletiya Ûkraynyaê Darka Olîver piştî danûstandinan daxuyanaiyek da û diyar kir, agirbest ji nîvê şevê (duh) û pê ve derbasdar e.

Olîver da zanîn, hevdîtin di bin çavdêriya Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê de hatiye kirin û metna hevpar a li 'fermana bicihanîna agirbestê' bi rêya Facebookê parve kir.

Di daxuyaniya li malpera înternetê ya komarên gel ên Donetsk û Lûgansk (Donbass) de hat ragihandin, Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê wê agirbesta di dema Cejna Paskalya de bişopîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, pîrozbahiyên cejna Paskalya wê heta 9'ê Gulanê dema serketina dîrokî ya li dijî Elmanya Nazî, dewam bike.

Di daxuyaniya komarên gel de her wiha hat bibîrxistin, ku ji destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên dawiya sala 2014'an li paytexta Belarûs Mînskê û vir ve 7 caran agirbest hatiye ragihandin.

Li rojhilatê Ûkraynayê, ji Nîsana 2014'an dema îlana serxwebûnê û rûdana şerê li herêmê û vir ve, 9 hezar 300 kesan jiyana xwe ji dest dan.