Li Tirkiyê şerê navxweyî heye

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova di daxuyaniya heftane ya çapemeniyê de careke din welatiyên xwe hişyar kir ku ji bo bêhnvedan û betlaneyê neçin Tirkiyeyê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova di daxuyaniya heftane ya çapemeniyê de careke din welatiyên xwe hişyar kir ku ji bo bêhnvedan û betlaneyê neçin Tirkiyeyê. Zaharova ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê jî peyva Şerê Navxweyî yê Fiêlî bi kar anî. 

Li gorî nûçeya ajansa Sputnîkê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova diyar kir, ku hişyariya wan aj ibo neçûna Tirkiyeyê ji bo betlaneyê, hînê derbadar e.

'TIRKIYÊ JI BO BETLANÊ NE EWLE YE'

Zaharova got; "Tê gotin ku wê 600-700 welatiyên me ji bo betlanê biçin Tirkiyeyê. Lê em welatiye xwe hişyar dikin û radigihînin ku Tirkiye ji aliyê ewlehiye ve hîn cihekî xetere ye. Ji bo van gotinên me jî sedemê me hene."

Zaharova ji bo şerê li Kurdistanê peyva ‘şerê navxweyî yê fiêlî’ bi kar anî û bal kişand li deverê din yê Tirkiye ku lê şer hene. Zaharova got ku welatiyên Rûs ên ku biçin vê derê wê di xeteriyê de bin.