Li Norwêcê helîkopter ket: 11 cenaze hatin dîtin
Li Norwecê piştî helîkopter ket, di encama lêgerînan de ji 13 cenazeyan 11 hatin dîtin.
Li Norwecê piştî helîkopter ket, di encama lêgerînan de ji 13 cenazeyan 11 hatin dîtin.
Li girava Tûroey a Norwêcê, lêgerîna ji bo dîtina kesên di helîkopterek ket xwarê de dewam dike. Hat ragihandin, helîkopter dema ji bajarê Bergenê diçû herêma petrolê Brage ketiye. Berdevkê Saziya Alîkariya Lezgîn ji televîzyona NRK’ê re axivî, got ji 13 cenazeyan xwe gihandine 11’an.
Ji bo dîtina 2 kesên din jî lêgerîn didomin.
Ber bi danê nîvro Berdevkê Emniyetê yê Bajarê Bergenê Morten Kronen got, "Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku wan dengê teqîneke mezin bihîstine û dûre dû bi ser herêmê de ketiye."
Helîkoptara bi markaya Sûper Pûma piştî ji platformeke lêgerîna petrolê ya li Behra Bakur firîbû ketibû. Di helîkopterê de yek jê Îngîlîz û yek jî Îtalyan, 13 kes hebûn.