Helîkoptera 15 kes tê de bûn ket xwarê

Li girava Tûroey a Norwêcê, helîkopterek herî kêm 15 kes tê de bûn ket xwarê.

Li girava Tûroey a Norwêcê, helîkopterek herî kêm 15 kes tê de bûn ket xwarê. Tê gotin, helîkopterê parçe bûye û hin kes di deryayê de ne.

Hat ragihandin, helîkopter dema ji bajarê Bergenê diçû herêma petrolê Brage ketiye. Berdevkê Emniyetê yê Bajarê Bergenê Morten Kronen got, "Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku wan dengê teqîneke mezin bihîstine û dûre dû bi ser herêmê de ketiye."

Berdevk diyar kir, der barê tîpa helîkoptera ketiye de hînê ti agahî negihaştiye ber destê wan.