Çalakî û êrîşên nîjadperestî yên li Awûstûryayê zêde bûn
Li Awûstûryayê, ku di sala 2015'an de bi sed hezaran penaber jê derbas bûn, gotin û êrîşên li dijî nîjadperestan zêde bûne.
Li Awûstûryayê, ku di sala 2015'an de bi sed hezaran penaber jê derbas bûn, gotin û êrîşên li dijî nîjadperestan zêde bûne.
Li Awûstûryayê, ku di sala 2015'an de bi sed hezaran penaber jê derbas bûn, gotin û êrîşên li dijî nîjadperestan zêde bûne. Li gorî daneyên Rêxistina Îstîxbarata Navxweyî (BVT) par êrîşên nîjadperestî gelekî zêde bûne.
Li gorî hejmarên ji aliyê BVT ve hatin weşandin, di sala 2015'an de êrîş û çalakiyên li dijî Îslamê û antî semîtîst ji gorî salek berê ji sedî 50 zêde bûn. Di sala 2014'an de 750 çalakî hatibûn tespîtkirin, lê ev hejmar di sala 2015'an de gihaşt 1150.
Ji rêveberên BVT Martîn Weîss rapor eşkere kir û da zanîn, bi zêdebûna êrîşên nîjadperestî ve tê xwestin 'rê li ber parçebûna civakê' were vekirin. Weîss diyar kir, nîqaşên li ser koça penaberan tên kirin, bandorê li zêdebûna êrîşên nîjadperestî dikin û anî ziman, ku divê bala polîs û dadgeriyê hîn bêhtir li ser mijarê be.
Par, piraniya wan ji Sûriye, Afganîstan û Iraqê 90 hezar kesî serlêdana penaberiyê li Awûstûryayê kiribûn. Li vî welatê ku nîqaşên li dora penaberan tên meşandin, koalîsyona ji Partiya Sosyal Demokrat (SPO) û Partiya Gel (OVP) têkildarî penaberan kota destnîşan kiribûn û ev hejmar ji bo sala 2016'an weke 37 hezar 500 hatibû diyarkirin.
Di tûra destpêkê ya hilbijaritnen serokkomariyê de ku hefteya derbasbûyî di nava vê rewşê de hat kirin, Norbert Hofer ê bi nêrîna xwe ya dijberiya biyaniyan tê zanîn û destekê ji Partiya Azadiyan a Awûstûryayê (FPO) werdigire, ji sedî 35 ê dengan stendibû.