'Tirkiye çekan dikire ji bo bide rêxistinên terorê'

Rojnameya Demokratîa ya li Yewnanîstanê tê weşandin ragihand, Tirkiye ji bo bide rêxistinên terorê ji welatên Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê çekan dikire.

Rojnameya Demokratîa ya li Yewnanîstanê tê weşandin ragihand, Tirkiye ji bo bide rêxistinên terorê ji welatên Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê çekan dikire.

Di nûçeya rojnameyê ya bi îmzeya endamê Hêzên Çekdar ên Yewnanîstanê albayê teqawît û efserê îstîxbaratê yê berê Savvas Kalenderîdîs de hat ragihandin, Musteşariya Pîşesaziya Parastinê ya ser bi Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, ji bo kirîna cebilxaneyan serî li Polonya, Ûkrayna û Bûlgarîstanê daye. Di nûçeyê de hat raighandin, ev cebilxane ya sîstema berê ya Sowyetê ye, çekên bi vî rengî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve nayên bikaranîn û hat gotin, "Ev çek û cebilaxne wê ji aliyê terorîstên Îslamî, Tirkmen û ji bo operasyonên veşartî-vekirî yên kirêt werin bikaranîn. Dewleta Tirk wê ji bo Sûriyeyê roketa RPG, bombeavêja 40 mm û gelek çekên mîna wan bikire, lê bi rêya du fîrmayên navbeynkar ên taybet van çekan radestî terorîstan bike."

Li gorî nûçeyê, navê fîlmaya li Bûlgarîstanê bi Tirkan re di nava têkiliyê de ye KINTEZX e û nebûna agahiya rayedarên hikûmet û dewletê ji vê mijarê weke mûcîze pênase kir. Ji ber ku ti ji şîrketên çekan ên li Ewropayê, bêyî agahiya dewlet û hikûmeta welatê lê ye, nikare bazirganiya çekan bike.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin, Tirkiye dixwaze şer û aloziya li Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê li Tûzxurmatû, Telafer û Mûsilê bi rêya El Nûsra, Ensar El Îslam û Tirkmenan mezin bike û hat gotin, Tirkiye ne tenê şerê li Kurdistanê şerê li Sûriye û Iraqê jî giran dike û drama penaberan gihaştiye asteke cidî.

Çavkaniyên Kurd jî li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk ên Ewropî bi dest xistin dan zanîn, ku dewleta Tirk di salên dawî de bi hezaran ton çek ji Ûkrayna û gelek welatên berê yên Bloka Rojhilat kirî ye û radestî rêxistinên çete kiriye.

SSM ku yekser di bin kontrola Serokkomarê Tirk Erdogan de ye, ev 3-4 hefte ne ev karê xwe zêde kiriye.