Drama penaberan a li Derya Spî dewam dike
Li Derya Spî, ji ber girtina rêya Yewnanîstan û Balkanan li penaberan, careke din bû rêgeha sereke ya penaberan. Li vê derê, karesatên bi serê penaberan de tên, roj bi roj zêde dibin.
Li Derya Spî, ji ber girtina rêya Yewnanîstan û Balkanan li penaberan, careke din bû rêgeha sereke ya penaberan. Li vê derê, karesatên bi serê penaberan de tên, roj bi roj zêde dibin.
Li Derya Spî, ji ber rêya girtina Yewnanîstan û Balkanan li penaberan, careke din bû rêgeha sereke ya penaberan. Li vê derê, karesatên bi serê penaberan de tên, roj bi roj zêde dibin. Piraniya wan di meha dawî de, ji 1'ê Çileyê û vir ve hejmara mirovên li Derya Egeyê û Derya Spî jiyana xwe ji dest dan e 1.200 derbas kiriye. Fikar hene ku ev hejmar di hefteyên pêş de zêdetir bibin.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), par piraniya wan di ser Yewnanîstanê re zêdeyî 1 mîlyon penaber bi rêya deryayî gihaştin Yekîtiya Ewropayê. Ji destpêka vê salê heta 29'ê Nîsanê jî vê hejmarê 183 hezar derbas kir. Herî kêm 1.232 kes xeniqîn.
155 hezar ji penaberên di nava vê demê de hatin, ji Tirkiyeyê bi rê ketin û di ser Egeyê re derbasî Yewnanîstanê bûn, 27 hezar jî ji Lîbyayê bi rê ketin û di ser Derya Spî re xwe gihandin Îtalyayê. Lê belê hejmara penaberên li ser rêya Yewnanîstanê li giravên Egeyê jiyana xwe ji dest dan 376 e. Hejmara penaberên berê we dan Îtalyayê lê li Derya Spî xeniqîn 863 ye. Ev yek jî nîşan dide ku 3 ji her 100 penaberên berê xwe dane Îtalyayê jiyana xwe ji dest dane.
JI LÎBYAYÊ HATINE PENABERAN WÊ ZÊDE BIBE; REWŞA NE ARAM WÊ HEJMARA MIRINAN ZÊDETIR BIKE
Bi girtina rêya Balkanan ve, tê payîn hatina ji LîbnayYê ber bi Îtalyayê wê zêdetir bibe. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji Lîbyayê Berpirsyar Martîn Kobler duh ji rojnameya Welt am Sonntag re axivî û diyar kir, hejmara mirovên ji Lîbyayê bên Îtalyayê heta dawiya salê wê herî kêm 100 hezar be.
Kobler bal kişand ser ne aramiya siyasî ya li Lîbyayê û da zanîn, heta ku hikûmeteke xurt a xwedî hemû erkan ava nebe, koça penaberan nikare bê astengkrin.
Piştî peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê li ser penaberan hat îmzekirin, bi rengekî balkêş penaberan bi giranî berê xwe dan Îtalyayê. Xeterî mezin e ku mîna salên 2013-2014'an dramên mezin rû bidin.
XETERÎ HEYE DI NAVBERA LÎBYA-ÎTALYAYÊ DE KARESAT RÛ BIDIN
Yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna karesatan, ji ber şerê navxweyî yê li Lîbyayê, tevgera bi hêsanî ya qaçaxçiyên mirovan e. Di nava çar mehên destpêkê yên vê salê de, bi tenê li 2 keştiyan 863 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer bi tena serê xwe, fikaran piştrast dike.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin, ku ew texmîn dikin hejmara penaberên di karesata keştiyekê ya beriya du hefteyan de hejmara mirovên winda bûne bi qasî 500 kesî ye. UNHCR da zanîn, di karesateke din a roja Çarşemê de li Derya Spî 84 kes winda bûne.
Ji destpêka salên 1990î heta sala 2012'an, hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan, li gorî hin çavkaniyan 18 heta 23 hezaran e. Hejmara mirovên ji sala 2013'an û vir ve jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar derbas kirine.
YEKÎTYA EWROPA ÇIQASÎ SÎNORAN BIGIRE, HEJMARA MIRINAN JÎ EWÇEND ZÊDE DIBE
Tê gotin, zêdekirina kontrolên di salên dawî de ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve hatine zêdekirin û li Derya Spî di bin navê 'operasyona rizgarkirinê' de zêdekirina hejmara yekîneyên ewlekariyê, sedema herî mezin a zêdebûna hejmara mirina penaberan e. Tê zanîn, ji ber zêdebûna keştiyên 'rizgarkirinê' û ewlekariya peravan li Derya Spî, şebeke penaberan bi botên hîn biçûktir ên plastîk ku bêhtir xetere ne, derbas dikin.