Erdheja Ekvadorê: Zilamê 72 salî piştî 13 rojan hat rizgarkirin

Li Ekvadorê di ser erdheja ku rê li ber mirina nêzî 660 kesan vekir, 13 roj derbas bûn. Ji binê xirbeyan mirovekî extiyar bi saxî hat derxistin.

Li Ekvadorê di ser erdheja ku rê li ber mirina nêzî 660 kesan vekir, 13 roj derbas bûn. Ji binê xirbeyan mirovekî extiyar bi saxî hat derxistin. Saxmayîna vî kesê 72 salî di nava vê dema dirêj de, weke 'mûcîze' hat pênasekirin.

Sefaretxaneya Bilind a Venezûelayê da xuyakirin, ku ekîbên ji bo alîkarê çûn Ekvadorê, kesekî 72 salî bi saxî ji binê xirbeyan derxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kesê bi navê Manûel Vasqûez ji binê xirbeyê xaniyê yê li Jaramîjo ya li herêma Manabî hatiye derxistin. Sefaretxaneya Bilind diyar kir, piştî deng ji binê avahiyekê hat, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ketine nava tevgerê.

Ev kesê hat rizgarkirin, ji ber ku 13 rojan av venexwariye û xwarin nexwariye, li gurçik û rêya urînê nexweşî lê der bûne.

Piştî erdheja 2010'an a li Haîtî, li vê erdheja herî giran a Latîn Amerîkayê 659 kesan jiyana xwe ji dest dan, 33 kes winda bûn. Di erdhejê de 4 hezar 600 kes jî birîndar bûn.