'Divê santralên komirê yên Elmanya beriya sala 2050 bên girtin'
Li Elmanyayê ku ji sedî 40 ê pêdiviya bi elektrîkê ji komirê tê bidestxistin, pêkane ku ji dema plankirî zûtir vê çavkaniyê biterikîne.

Li gorî raporeke ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Federal ve hat amadekirin û hînê nîqaşên li ser dewam dikin, ji bo Elmanya karibe xwe bigihîne armancên xwe yên li ser avhewayê, divê santralên komirê hîn zûtir biterikîne. Di rapora li ser armancên avhewayê de tê gotin, dibe ku pêwîstî pê hebe Elmanya beriya sala 2050'an bi temamî dest ji komirê berde.
Ev belgeya dixwaze Elmanya bêhtir giraniyê bide ser hilberîna enerjiya dikare bê nûkirin, tevî Wezareta Hawirdorê divê ji aliyê Wezareta Aboriyê ve jî bê erêkirin.
Elmanya ya ku ji aliyê enerjiya dikare bê nûkirin ve li pêş e, hînê jî ji sedî 40 ê elektrîka xwe ji santralên komirê bi dest dixe. Elmanya ku wê di sala 2022'an de santralên xwe yên nukleerî bigire, di civîna bilind a avhewayê ya li Parîsê de gelek soz dabû.
Elmanya soz daye ku gaza sera ya berdide atmosferê, heta sala 2020'an daxîne asta ji sedî 40 a rêjeya sala 1990'î. Heta sala 2050'î jî dixwaze daxîne rêjeya ji sedî 80 heta 95'an.
Para enerjiya dikare bê nûkirin di elektrîka li Elmanyayê tê hilberandin de yek ji çar paran e.