Wezîra Elman: Serokwezaretî pêşî li Qanûna Mûçeyê Wekhev digire

Pêşnûmeya ji aliyê Wezîra Malbatê Manûela Schwesîg ve par hat amadekirin û nîqaş hînê li ser tê kirin, tê gotin bi mehan e ji aliyê Serokwezaretiyê ve tê astengkirin.

Pêşnûmeya ji aliyê Wezîra Malbatê Manûela Schwesîg ve par hat amadekirin û nîqaş hînê li ser tê kirin, tê gotin bi mehan e ji aliyê Serokwezaretiyê ve tê astengkirin. Schwesîg a ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) da xuyakirin, ku çarçoveya destûra welidînê ya jinan wê bê berfirehkirin.

Wezîra Malbatê ya Federal Manûela Schwesîg di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de li bajarê Schwerînê axivî û bal kişand ser newekheviya mûçeyan a navbera xebatkarên jin û mêr. Schwesîg da zanîn, ku li Elmanyayê jin hînê di asta ji sedî 21,6'an de ji mêran kêmtir qezenç dike û anî ziman, ku wan pêşnûme qanûna li ser mijarê çend meh berê amade kirine.

Wezîra Malbatê da xuyakirin, ku her çend Qanûna Mûçeyê Wekhev beriya çend mehan hatiye amadekirin jî ev 3 meh in li Serokwezaretiyê aliqî ye û soz da ku ji îro û pê ve armanca wê ya destpêkê, wê hewldana ji bo rakirina vê blokajê be. Schwesîg da zanîn, ku bi qasî 2 meh in ji ber destûra welidînê ew ne li ser kar e û bi van gotinên xwe re Daîreya Serokwezaretiyê ya ji aliyê CDU ve tê birêvebirin û Serokwezîr Angela Merkel berpirsyar dît.

Schwesîg da xuyakirin, ku gelek jin ji kêmaniya mafên xwe yên piştî welidînê gazinan dikin û diyar kir, di civîna desteya wezîran a roja Çarşemê de ew ê li ser destûra dema welidînê pêşniyarên nû bike. Schwesîg da zanîn, ku ew ê bixwazin ev destûr ji bo xwendekaran jî derbas bibe û destûra jinên zarokên wan astengdar in ji 8 hefteyan bigihêje 12 hefteyan.