Li Fransayê bi hezaran di 1’ê Gulanê de Qanûna Xebatê protesto kirin

Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi sed hezaran kes li Fransayê kom bûn, pêşnûmeqanûna Xebatê protesto kirin.

Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi sed hezaran kes li Fransayê kom bûn, pêşnûmeqanûna Xebatê protesto kirin.

Çalakiya herî berfireh a li dehan bajaran hatin lidarxistin de li paytext Parîsê pêk hat. Bi hezaran kes li ser banga CGT, SÛD et Solîdaîres, Ûnef, Ûnsa û FO li Qada Bastîlle kom bûn, ber bi Natîonê ketin meşê.

Di meşê de bi hezaran polîs hatibûn wezîfedarkirin, hate ragihandin li hin nuqteyan kortej bi deqeyan hatiye rawestandin.

Di axaftinên mîtînga li Bastîlle de hate xwestin ku hikûmet pêşnûmeqanûna xebatê ya wê hefteya pêş bê Meclîsa Neteweyî, vekişîne.

Li bajarên mezin welêt ên wek Toulouse, Marsilya, Lille, Bordeaux, Strasbourg, Grenoble, Nice, Nantes, Mulhouse, Brest, Orleans, Dijon, Nancy, Rennes, Limoges û Clermont-Ferrand, her wiha li gelek komunên bajaran jî 1’ê Gulanê bi meşan hate pîrozkirin.

Di pêşendanan de di serî de Parîs li hin bajaran bûyer qewimîn. 

...