Li Ewropayê meşên 1'ê Gulanê yên bi coş
Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî bi rengekî girseyî tevlî meşên 1'ê Gulanê bûn. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên li Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî bi rengekî girseyî tevlî meşên 1'ê Gulanê bûn. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên li Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî bi rengekî girseyî tevlî meşên 1'ê Gulanê bûn. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên li Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
ROTTERDAM
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, sazî û rêxistinên çep sosyalîst ên Ewropî û Tirkiyeyî beşdarî meşa 1'ê Gulanê bûn. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî bi pankarta xwe tevlî meşê bû. Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmeyan û pankartên hatin vekirin re êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di belavoka li ser DEM-NED'ê de jî bal hat kişandin ser sîstema xweser a li Rojavayê Kurdistanê.
NÎJMEGEN
Li bajarekî din ê Hollandayê Nîjmegen, girseya gel li pêşiya stasyona Centraal a bajêr li hev civya û beriya meşê li ber dahol û zirneyê govend gerand. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" dest bimeşê kir. Tevî êrîşên devkî û fîzîkî yên faşîstan jî meşê dewam kir û li ber komeleya anarşîstan bi dawî bû. Di meşê de Ozan Evîn Çewlik û Rûber Siho derketin ser dikê.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, 1'ê Gulanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Girseya gel bi pêşengiya sendîkayên çep, Koalîsyona Kesk-Sor Enhedslîsten, Partiay Gel a Sosyalîst, SF û Sosya Demokratan li Falledparken a li navenda Kopenhagenê li hev civiyan. Tevî partî û sendîkayan, rêxistinên piştevaniya navneteweyî jî li qadê kon vedan. Di pîrozbahiyê de ku bi qasî 100 hezar kes lê amade bûn, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî kon veda û li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê belavok belav kir. Li vê derê her wiha Komeleya Piştgiriyê ya Konbaê stant vekir û hem agahdarî kir, hem jî alîkarî berhev kir.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê, girseya gela li Carre de Moscoû li hev civiya, bi qîrîna dirûşmên antî kapîtalîst meşiya. Rêxistinên koçberan, Anarşîst, komên çep, LSP, Kolekîfa Fas, Mala Gel a Brukselê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst bi pankart û alên xwe tevlî çalakiyê bûn.
LÎEGE
Li bajarê Lîege jî 2 çalakî ji bo 1'ê Gulanê hatin lidarxistin. Di çalakiya li meydana Saînt Paûl de rexistinên BKP, PTBv, FGTB Lîege û rêxistinên koçberan amade bûn û meşa 1'ê Gulanê hat lidarxistin. Piştî çalakiyê konser hat dayîn. Li meydana Place d'Avroy jî Partiya Sosyalîst a Belçîkayê çalakî pêk anî.
ANVERS
Çalakiya 1'ê Gulayê ya li bajarê Anversê li Leopold Stratte bi beşdariya 5 hezar kesî pêk hat. Gisreya gel ji vê derê meşiya Groete Markt. Tevî rêxistin, sendîka û partiyên siyasî Tamîlî, Kurd û saziyên Elewiyan, MLKP, SKB bi pankart û alên xwe cih girtin. Di çalakiyê de li dijî qanûna nû ya kar a hikûmet dixwaze derxîne banga têkoşîna hevpar hat kirin û bal hat kişandin ser girîngiya piştgiriya ji bo penaberan.
VERVÎERS
Li bajarê Vervîersê jî di çalakiya 1'ê Gulanê de tevî partî û rêxistinên Belçîkî Pvd, Elewî û SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst) amade bûn.
LÎNZ
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, girseya gel a ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê li Schîllerparkê li hev civiya, heta Haûptplatzê meşiya. Mîtînga li vir bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Nûnerên Navenda Cîvaka Demokratîk ên Lînz û Welsê, Partîzan Sozîalîstîsche Jûgend li vir axivîn. Denîz Dêrsim di axaftina xwe ya li ser Navenda Civaka Demokratîk a Lînzê de ragihand, ku li Kurdistanê malên Kurdan tên şewitandin, xerakirin û mirov tên kuştin. Dêrsim destnîşan kir ku hezar salên din jî bi tank û topan bi ser Kurdan de bê, wê gelê Kurd di carî paş de gav navêje.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî meşa 1'ê Gulanê hat lidarxisitn. Di meşa bi hezaran kes lê amade bûn de Kurdistaniyan jî cih girtin. Bi deh hezaran kes li ber Qesra Şaredariya Viyanayê li hev civiyan. Li vê derê FEYKOM'ê li ser rewşa Kurdan belavokek amade kir û xwend.