Malta ya jina penaber di nava rewşeke ne însanî de ragirt hat cezakirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji ber ku penabereke jin a Somaliyî 16 mehan di nava şert û mercên ne însanî de ragirt, hikûmeta Maltayê bi dayîna tazmînatê mehkûm kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji ber ku penabereke jin a Somaliyî 16 mehan di nava şert û mercên ne însanî de ragirt, hikûmeta Maltayê bi dayîna tazmînatê mehkûm kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber ku penabereke jin a Somaliyî 16 mehan di nava şert û mercên ne însanî de ragirt, hikûmeta Maltayê bi dayîna tazmînatê mehkûm kir.
Di encama doza li DMME de biryar hat dayîn ku hikûmeta Malta tazmînatê bide jina ciwan a Somaliyî. Di biryarê de hat ragihandin, jina ciwan a penaber, ji ber ku li kampa lê dima li cihekî gelekî zêde mirov lê diman hatiye ragirtin, pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûne. Di biryarê de hat bibîrxistin, "Ev jina penaber a 20 salî gelek caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.
DMME di biryara xwe de diyar kir, hikûmeta Maltayê li dijî xala ku 'pêkanînên rûmeta mirovan binpê dikin' qedexe dike derketiye û biryar da hikûmet 12 hezar Euro tazmînatê bide penabera ciwan.
Li Maltayê, penabera ciwan a ji Somalî ku di Gulana 2012'an de xwe li Malta girtibû, 16 mehan neçar hatibû hiştin li kampa bi navê Lyster Barracks bijî. Piştî ku drama penabera ciwan ji aliyê fîzîkî û derûnî ve bi rapora doktoran hat tespîtkirin, destûr hatibû dayîn ku ji kampê derkeve.