Di serî de li Afrîkayê li gelemperiya cîhanê gelek cureyên heywanan ji ber bazirganiyên tên qelihandin. Kêmaniya hawirdorparêzî û bêparbûna ji hişmendiya çandinî, madenkarî û bajarvaniyê, pirsgirêkê girantir dike. Li gorî saziyên pispor, pirsgirêk ne tenê bazirganiya heywanan e.
Di dawiya vê hefteyê de, bi wesîleya konferansanek bi beşdariya serokên gelek dewletan a li paytexta Kenya Naîrobî, bi qasî 100 ton diranên fîlan ên ji qaçaxçiyan hatin bidestxistin, hatibûn şewitandin. Ev çalakiî li dijî bazirganiya heywanan hêja tê dîtin û weke çalakiyeke sembol tê nirxandin. Alîkarê Serokê saziya bi navê Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê û Çavkaniyên Xwezayî Jean-Chrîstophe Vîe diyar kir, bazirganiya heywanan bi tenê aliyê tê dîtin ê çiyayê ji qeşayê ye.
Vîe da zanîn, ku di roja îro de xeterî bi giranî li ser fîş, piling û gergedanan heye û anî ziman ku xeteriya li ser van heywanan bi tenê aliyê tê dîtin ê çiyayê qeşayê ye. Vîe da xuyakirin, ku gelek cureyên masiyan, antîlop, meymûn, heywanên bê mazmazk û gelek cureyên daran bi xeteriyê re rû bi rû ne.
Jean-Chrîstophe Vîe diyar kir, li parzemîna Afrîkayê bi taybetî ji ber bajarvaniyê qadên xwezayî hatine tinekirin. Vîe ji rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê re axivî û ragihand, di serî de li Nîjer û Nîjeryayê li gelek welatan ji ber bikaranîna madenên binê erdê û petrolê, qadên xwezayî hatine tinekirin. Vîe da xuyakirin, ku ev proje dibe sedema tinebûna gelek cureyên heywan û şênkayiyê.
DIJMINÊ HERÎ MEZIN Ê LI HEMBERÎ HEYWANAN, BAZIRGANÊN HEYWANAN E
Alîkarê Serokê IUCN diyar kir, berpirsyariya bingehîn a tinebûna cureyên heywanan li Afrîkayê, bazirganên heywanan e û bibîr xist ku ev bazirganî bi tenê têkildarî fîl, gergedan an jî pilingan nîne.
Vîe ragihand, bazirgan di roja îro de bi çekên şer diçin nêçirê û da zanîn, ji bo pêşîgirtina li nêçirvanan gelek wezîfedarên fermî û sivîl li dewriyê digerin. Jean-Chrîstophe Vîe da xuyakirin, ku ji van kesên dixwazin heywanan biparêzin salê bi qasî 1000 ji wan ji aliyê nêçirvanan ve tên kuştin. Vîe got, "Ev yek êdî têkoşîneke ku nabe ji nedîtî ve bê, ye."