3 gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê yên 'potansiyela jiyanê lê heye' hatin keşfkirin
Di encama xebateke zanyarên Zanîngeha Lîege ya Belçîkayê de herî kêm 3 gerstêrkên li deveyî Sîstema Rojê yên 'potansiyela jiyanê lê heye' hatin tespîtkirin.
Di encama xebateke zanyarên Zanîngeha Lîege ya Belçîkayê de herî kêm 3 gerstêrkên li deveyî Sîstema Rojê yên 'potansiyela jiyanê lê heye' hatin tespîtkirin.
Di encama xebateke zanyarên Zanîngeha Lîege ya Belçîkayê de herî kêm 3 gerstêrkên li deveyî Sîstema Rojê yên 'potansiyela jiyanê lê heye' hatin tespîtkirin.
Encamên lêkolîna Zanîngeha Lîege û Rasatxaneya Başûrê Ewropayê (ESO) ya li Elmanyayê, di kovara zanistiyê Natûre ya Îngilîz de hatin weşandin.
Di encama lêkolînê de hat ragihandin, 3 gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê (exoplanet) xwedî taybetmendiyên jiyanê ne. Li gorî lêkolînê, hat tespîtkirin her yek ji van 3 gerstêrkan li dora stêrkekê digerin û mezinahiya wan bi qasî cîhanê ye. Ev gersêrk 39 salên ronahiyê dûrî cîhanê ne. Salek rojnahiyê 9 hezar 460 mîlyar kîlometre ye.
GERSTÊRKÊN 'POTANSIYELA JIYANÊ LÊ HEYE'
Ji profesorên Zanîngeha Lîege Mîchael Gîllon da xuyakirin, ku van gerstêrkan, têkildarî jiyana li derveyî Sîstema Rojê derfetên dîtina şopên kîmyewî pêşkêş kirine. Gîllon got, "Ev gerstêrkên xwedî potansiyela jiyanê/mayînê ne, bi qasî cîhana me mezin in û ji bo lêkolînkirina fezayê bi teknolojiya roja îro, derfetan didin."
Hat ragihandin, ev 3 exolanetên li dora 'stêrkeke biçûk' a navê Trappîst-1 lê hatiye kirin digerin, bi teleskopeke li Şîlî hatiye şopandin. Mîchael Gîllo da zanîn, ku hejmara gerstêrkên bi vî rengî yên li dora stêrkên biçûk digerin, dibe ku li galaksiyê bi mîlyaran hebin û anî ziman yek ji van gerstêrkan li cihekî gelekî nêzî Trappîst-1 digere, lê ya sêyemîn li cihekÎ ku ji bo jiyanê guncaw e li dora stêrkê digere.
JI BO ZELALKIRINÊ PÊWÎSTÎ BI LÊKOLÎNEKE 5-10 SALAN HEYE
Di lêkolînê de hat îdîakirin ku ev gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê ne, hem ji aliyê mezinahiyê hem jî bi taybetmendiya xwe gelekî dişibin cîhana me û hat ragihandin ji bo taybetmendiyên atmosfera wê baş bê lêkolînkirin, pêwîstî bi karekî zêdetir heye. Hat destnîşankirin, ku ji bo ji sedî sed bê tespîtkirin ku ev gerstêrk ji bo jiyana zindiyan guncaw e yan na, pêwîstî bi karekî 5 heta 10 salan heye.
Ji van gerstêrkên li derveyî sîstema rojê heta roja îro bi giştî 1.935 heb hatine keşfkirin.
Di Nîsana 2013'an de gerstêrkek bi qasî cîhanê mezin û 'potansiyela jiyanê lê heyî' li dûrahiya 1.200 salên ronahiyê ji Sîstema Rojê hatibû keşfkirin. Par di meha Çileyê de jî maşîna fezayî Kepler 6 ji van gerstêrkan keşf kiribû.