Namzetekî Komarger xwe ji hilbijartina Serokatiyê ya DYA vekişand

Li DYA pêşhilbijartina serokatiyê kêm ma ye biqede. Ji Partiya Komarger Ted Cruz xwe ji namzetiyê vekişand. Bi vî rengî namzetiya Donald Trump hema hema misoger bû.

Waliyê Teksasê Ted Cruz ê li şeş eyaletan li dû hev li pişt Trump ma, duh bi şev ragihand ku wî xwe ji vê pêşbirkê vekişandiye. Cruz got, "Ji destpêkê ve min digot, eger rêyek ji bo serketinê hebe, ez ê heta dawiyê bidomînim. Îşev, mixabin ev rê êdî girtî ye. Me her tiştên xwe li Îndîana hişt. Çi ji destê me hat me li vir kir, lê belê hilbijêran rêya din tercîh kirin."

Di pêşhilbijartina Îndîana de, li eniya Demokratan senatorê Vermontê Bernie Sanders bi ser ket. Wezîra berê ya Karên Derve Hillary Clinton ku kêm ma ye bibe namzeta Partiya Demokrat, li vê eyaletê li negihaşt Sanders.

Di rewşa heyî de zehmet dixuye ku Sanders hejmara delegeyan a ji bo bibe namzetê serok, bi dest bixe.