Li Yekîtiya Ewropayê rêjeya bêkariyê kêm dibe
Li Yekîtiya Ewropayê (YE) rêjeya bêkariyê daket asta herî nizm a 7 salên dawî.
Li Yekîtiya Ewropayê (YE) rêjeya bêkariyê daket asta herî nizm a 7 salên dawî.
Li Yekîtiya Ewropayê (YE) rêjeya bêkariyê daket asta herî nizm a 7 salên dawî.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Statîktîkan a Ewropayê (Eurostat) ve hatin weşandin, ji meha Adarê û pê ve rêjeya bêkariyê ji sedî 0,1 pûanî kêm bû û daket rêjeya ji sedî 8,8'an. Bi vî rengî rêjeya bêkariyê daket asta herî nizm a ji Nîsana 2009'an û vir ve.
Li Herêma Euro ya ji 19 welatên endam, rêjeya bêkariyê ji sedî 0,2 kêm bû û bû 10,2. Bi vî rengî rêje gihaşt asta Tebaxa 2011'an.
Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê hejmara bêkaran bi 250 hezar kesî kêm bû û daket 21 mîlyon 419 hezar kesî. Li Herêma Euro jî bi 226 hezarî kêm bû û daket 16 mîlyon 437 kesan.
Welatên Yekîtiya Ewropayê yên bêkarî lê kêm ev in: Komara Çekê ji sedî 4,1, Elmanya ji sedî 4,2, Malbata ji sedî 4,7, Brîtanya Mezin ji sedî 5, Danîmarka, Macarîsatn 3u Awûstûrya ji sedî 5,8.
Bêkariya herî zêde jî li Yewnanîstanê heye. Li Yewnanîstanê ji sedî 24,4, li Spanyayê ji sedî 20,4, li Xirvatîstanê ji sedî 14,9 û li Portekîzê jî ji sedî 12,1 e.