Bîlançoya lehiya li Kenyayê rabû giran dibe

Hejmara mirovên ji ber barana zêde li paytexta Kenya Naîrobî û derdora wê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 19 kesan.

Hejmara mirovên ji ber barana zêde li paytexta Kenya Naîrobî û derdora wê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 19 kesan.

Wezîrê Karên Hundir Joseph Nkasîsery diyar kir, li avahiya 6 qatî ya ji ber baranê êvara Înê hilweşiya, 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Wezîr da xuyakirin, ku tevî herêmên din ev hejmar gihîştiye 19 kesan.

Wezîrê Karên Hundir da zanîn, 120 kesên di avahiyeke ji ber lehiyê hilweşiya de man, rakirin nexweşaneyan û 80 ji van tedawiya wan qediya ye.

Ji ber barana li welêt, avahiyeke ji 6 qatan a li herêma çem a taxa Hûrûma ya li bakurrojhilatê Naîrobî hatibû çêkirin, hilweşiya bû.