Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Stockholmê de Erdogan hat şermezarkirin
1'ê Gulanê roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya navneteweyî ya çîna karker, hema hema li hemû bajar û navçeyên Swêdê bi mîtîng, meş, konferans, panel û şevan hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li paytext Stockholmê de, Hikûmeta AKP'ê û Erdogan ên operasyonên qirkirinê li hemberî Kurdan dimeşînin, hatin şermezarkirin.
Mîna salên bihurî, îsal jî Partiya Çep, Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Partiya Komunîst a Swêdê û komên xweser, li gelek cih û warên Swêdê meş û mîtîng lidar xistin.
Pîrozbahiya destpêkê ya li Stockholmê li ber peykerê La Mano hat lidarxistin.
Komên xweser jî saet di 11:00 de li Meydana Sergelê xwepêşandanek lidar xistin û 1'ê Gulanê pîroz kirin.
Partiya Karker a Sosyal Demokrat û federasyon û sendîkayên ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karker a Swêdê li Parka Hûmlegardenê il hev civiyan û heta meydana Norra Bantorget a li ber avahiya konfederasyonê ye, meşiyan.
Pîrozbahiya herî girseyî ya li Stockholmê ji aliyê Partya Çep ve hat lidarxistin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyan jî mîna salên bihurî bi pankart û dirûşmên xwe, tevlî pîrozbahiya Partiya Çep bûn.
Kurdistaniyan bi pankartên xwe ve êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê protesto kirin. Her wiha alên PKK, KCK, YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Kurdistaniyan dirûşmên "Piştgirî ji bo Kurdistanê", "Piştgirî ji bo Amed û Cizîrê", "Kujer Erdogan", "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" qîriyan. Meş dema di semta Slûssenê re derbas dibû, komek ji ciwanên Swêdî dirûşmên "Ocalan serbest berdin" û "Kujer Erdogan" qîriya.
Komên ji Îranê jî li dijî cezayê îdamê pankart vekirin.
Kurdistaniyan li parka Kûngradgarden a xwepêşandan lê qediya, pirtûk firotin û bi armanca şermezarkirina komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, îmze komkirin.