Partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku li ser dijberiya penaberan ev çend meh in serketinên mezin bi dest dixe, wê di 30'ê Nîsanê de kongreya xwe pêk bîne. Pêşniyarên ji bo bernameya partiyê tên amadekirin, xuya ye wê rê li ber gelek nîqaşan vekin. Tevî gelek tedbîrên li dijî Îslamê, di pêşniyarên ji bo bernameya AfD hatin amadekirin de, di mijarên sunet, serjêkirina qurbanan, minare û ezanê de gelek qedexe hene.
Kongre wê di navbera 30'ê Nîsanê-1'ê Gulanê de li bajarê Elmanya Stûttgartê pêk were Tê payîn, di vê kongreyê de bernameya partiyê ya partiya populîst di hilbijartinên sala bê de bi rê ve bibe, bê diyarkirin. Di pêşnûmeya bernameya partiyê de bi taybetî dijberiya Îslamê, Yahûdî û dijberiya biyaniyan balê dikişîne.
AfD ku bi rêya dijberiya li Îslam û penaberan di nava salekê de rêjeya dengê xwe ji sedî 4'an gihand ji sedî 13'an, tê payîn ku di bernameya partiya xwe de qedexekirina minare û azanê bi cih bike. Di bernameyê de hin gotinên mîna 'feraseta Îslamî û çanda Elman nikarin nêzî hev bibin" cih digire.
Di bernameya partiyê de tê gotin "Cihê Îslamê ne Elmanya ye" û tê destnîşanirin, ku avakirin an jî bi rê ve birina komeleyên li dijî destûra bingehîn in, wê yekser bên qedexekirin.
Di bernameyê de her wiha sunet tê qedexekirin, ku di nava Misilmantî û Yahûdîtiyê de hene.