Li gorî Roûsseff, li dijî wê komplo hatiye kirin

Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roûsseff ku ji bo bikeve ber lêpirsînê meclîsê biryar da, îdîa dike ku ev pêvajoya dikare rê li ber bidawîbûna wezîfeya wê veke, 'komplo' ye.

Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roûsseff ku ji bo bikeve ber lêpirsînê meclîsê biryar da, îdîa dike ku ev pêvajoya dikare rê li ber bidawîbûna wezîfeya wê veke, 'komplo' ye.

Zêdeyî du ji sê parên 513 parlamenterên li baskê jêrîn ê Kongreya Neteweyî li dijî Roûsseff û hikûmetê dengê xwe bi kar anîn û bi vî rengî pêşî li lêpirsîna Roûsseff a bi nelirêtiya di budçeyê de tê sûcdarkirin, vekirin.

Roûsseff ev biryar nirxand û îdîa kir ku sûcdariyên lê tên kirin, ji bo destpêkirina pêvajoya girtina ji wezîfeyê, hincet nîne. Roûsseff alîkarê Serok Mîchel Temer jî rexne kir û îdîa kir ku Temer 'komplo' li hemberî wê kiriye.

Dîlma Roûsseff da xuyakirin, ku ji bo wezîfeya xwe bidomîne ew ê heta kêliya dawî têbikoşe.

Dîlma Roûsseff tê sûcdarkirin ku di hilbijartinên 2014'an de ji bo veşartina krîza aboriyê daneyên şaş pêşkêşî raya giştî kiriye.