Bîlançoya erdheja li Ekvadorê giran dibe
Hejmara mirovên di erdheja 7.8 a li Ekvadorê de jiyana xwe ji dest dan gihtîş 272 kesan.
Hejmara mirovên di erdheja 7.8 a li Ekvadorê de jiyana xwe ji dest dan gihtîş 272 kesan.
Rayedaran dan xuyakirin, hejmara mirovên di erdheja li bajarê Manabî qewimî û li tevahiya welêt û welatê cîhan Perû hat hîskirin de 272 derbas kiriye. Hat ragihandin zêdeyî 2000 kes jî birîndar bûne.
Erdheja bandor li qadeke berfireh kir, bi taybetî xisar da başûrrojhilatê welêt.
Ji bo tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibin 10 hezar leşker û 3.500 polîs ji herêma erdhejê re hatin şandin.
Alîkarê Serokkomar Jorge Glas da xyakirin, ku ew hewl didin xwe bigihînin mirovên di binê enqazê de man e.