Tevgera Ciwanên Azad piştgirî da ciwanên Fransayê

Li ser banga FO, FSU, Solîdaîres û ji rêxistinên ciwanan Unef, UNL, Fidl, li 200 cihên cuda yên li gelemperiya Fransayê bi qasî 500 hezar kes tevlî çalakiyan bûn.

Li ser banga FO, FSU, Solîdaîres û ji rêxistinên ciwanan Unef, UNL, Fidl, li 200 cihên cuda yên li gelemperiya Fransayê bi qasî 500 hezar kes tevlî çalakiyan bûn. Tevgera Ciwanên Azad jî destek da van çalakiyan. Li hin cihan polîsan dest li çalakiyan werdan.

Hat ragihandin, çalakî ji bo betalkirina qanûna ji kortejên karkeran, kêmkirina saetên kar e. Ciwanên Fransayê dan xuyakirin, ku eger ew bi hev re têkoşînê bimeşînin hingî dikarin bi ser kevin.

ÇALAKIYÊN 'BI ŞEV RABE SER PIYAN'

Li Fransyê ji 31'ê Adarê û vir ve çalakiyên 'nuit debout' (bi şev rabe ser piyan) tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li hin cihan form tên lidarxistin. Li Meydana Repûblîqûe ya Parîsê kon hatin vedan. Li vê derê, beşdar li kursên azad nêrînên xwe bilêv dikin.

CIWANÊN KURD DESTEK DAN ÇALAKIYÊ

Endamên Ciwanên Azad ên Parîsê jî bi rengê xwe tevlî çalakiyê bûn gotin, "Mîna li her derê, li vê derê jî destwerdan û terora dewletê heye. Me xwest hem piştgiriyê bidin vê çalakiyê, hem jî li vê derê standê vekin û terora dewleta faşîzan a Tirk û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji cîhanê re ragihînin. Ciwanan dirûşmên "Bijî piştgiriya enternasyonal" û "Bijî Serok Apo" qîriyan. Stranda Ciwanên Azad rastî eleqeyeke zêde tê.