Intel 12 hezar karkeran ji kar derdixîne
Mezintirîn şîrketa hilberîna çîp û amûrên veguhêzbar Intelê ragihand, ku ew ê 12 hezar karkeran ji kar derxîne.

Di daxuyaniya Intelê de hat gotin, di çarçoveya 'plana teserûfê' ya şîrketê de, wê ji sedî 11 ê hejmara xebatkaran bê kêmkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, plana li ser derxistina karkeran ji kar wê di mehên navîn ên sala 2017'an de derbasdar be. Intelê diyar kir, karkerên wê ji kar bên derxistin jî di nava 60 rojên pêş de wê bên agahdarkirin.
Şîrketa Intel ku li qada xwe ya kar mezintirîn şîrketa cîhanê ya hilberîner e, tevî ku 'plana xwe ya teserûfê' diyar kir jî rêjeya qezenca wê ya 3 mehên dawî de di rêjeya ji sedî 3 de ma. Ev yek jî tê wateya qezenca ji 2 mîlyar dolarî.