Kampaya Brexitê destpê kir: Li gorî anketan dijberên YE li pêş in
Kampanya ji bo referandûma derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexit) bi awayekî fermî destpê kir. Hejmara alîgirên Brexitê zêde dibe.
Kampanya ji bo referandûma derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexit) bi awayekî fermî destpê kir. Hejmara alîgirên Brexitê zêde dibe.
Piştî ku navê bavê Serokwezîr Davîd Cameron di Belgeyên Panama de derbas bû, meyla mirovan a li Brexitê zêde bû.
Di anketên dawî yên beriya referandûma 23'ê Hezîranê de tê dîtin ku di navbera alîgir û dijberên Brexitê hevsengiyek derdikeve holê. Li gorî anketa dawî ya şîrketa YouGov ji Times re çêkiriye, ji sedî 39 ê gel dixwaze welat di nava Yekîtiya Ewropayê de bimîne, ji sedî 39 dixwazin ji nav derkeve. Ji sedî 22 ê hilbijêran jî bê biryar in.
Ji Zanîngeha Kent zanyarê siyasetê Matthew Goodwîn anket nirxand û anî ziman, ku encamên referandûmê wê gelekî nêzî hev bin.
EMRÊ HILBIJÊRÊN DIJBERÊ YEKÎTIYA EWROPA Û RÊJEYA ÇÛYÎNA SER SINDOQAN
Tê zanîn, rêjeya tevlîbûna li referandûmê wê encam diyar bike. Li gorî pisporê hilbijartinê John Cûrtîce, hilbijêrên dixwazin Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve, li gorî rêjeya alîgirên Yekîtiya Ewropayê bêhtir extiyar in û diyar kir, dibe ku ev dijberên YE hîn bêhtir biçin ser sindoqan.
Bi taybetî xwendekarên zanîngehê, ji ber ku rêjeya çûyîna ser sindoqan a ciwanên alîgirê Yekîtiya Ewropayê kêm e û gelek ciwan ji ber perwerdeyê li bajarên cuda ne, wê ev rewş bandorê li encamên referandûmê bike. Tê texmînkirin, gelek ji ciwanan qeyda wan di lîsteyên hilbijêran de nîne.
KÊMBÛNA POPULARÎTEYA CAMERÛN DIBE KU BI KÊRÎ BREXITÊ BÊ
Serokwezîr Davîd Cameron di berdêla hin tawîzên ji Yekîtiya Ewropayê de dixwaze welatê wî di nava yekîtiyê de bimîne. Lê belê tê texmînkirin ku kêmbûna popularîteya Cameron bi kêrî alîgirên Brexitê bê. Piştî şîrketên paravan ên bavê Cameron di Belgeyên Panama de derketin holê, popularîteya Cameron roj bi roj kêm dibe.
Tê texmînkirin ku ev yek destê dijberên Yekîtiya Ewropayê xurtir dike.