Bîlançoya erdheja li Ekvadorê giran dibe: 500 kes mirin

Li welatê Başûrê Amerîkayê Ekvadorê, bîlançoya erdheja roja Şemiyê rû da, giran dibe.

Li welatê Başûrê Amerîkayê Ekvadorê, bîlançoya erdheja roja Şemiyê rû da, giran dibe. Ji ber erdhejê bi qasî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, hînê 1.700 winda ne.

Wezîrê Karên Hundir ê Ekvadorê Dîego Fûentes da xuyakirin ku 480 kesan ji ber erdheja bi şîdeta 7,8'an jiyana xwe ji dest dane. Dozgerê Giştî Galo Chîrîboga jî ragihand, ku ev hejmar 499 e.

Hat gotin, di erdhejê de herî kêm 2.560 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyan hînê 1.700 winda ne.