Têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê ku salane rê li ber mirina zêdeyî 400 hezar mirovî vedike, li şûna têkoşîna krîmal, tê xwestin ku li ser bingeha tenduristiya civakê têkoşînek were meşandin. Di têkoşîna li dijî narkotîkê de, ji kêmkirina hilberînê wêdetir bal tê kişandin ser girîngiya kêmkirina bikaranînê.
Rapora ji lîsteya pêşniyarên nû yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat qebûlkirin. Di belgeya ji 27 rûpelan de, ji bo kêmkirina bikaranîna narkotîkê, tevî têkoşîna li hemberî rêxistinên sûc her wiha pêşniyar tê kirin ku 'daxwaza bikaranîna narkotîkê' were kêmkirin.
Rapor ji aliyê Dîrektora Giştî ya WHO Margaret Chan ve pêşkêşî Civata Giştî hat kirin û tedbîrên ji bo pêşîgirtina li bikaranîna narkotîkê bal kişand. Chan xwest, feraseteke ku tenduristiya civakê girîng dibîne, bê afirandin.
Serokdewletê Gûetemala Jîmmy Morales têkildarî raporê axivî û xwest, li şûna 'bersiva bi cezakirinê', hîn bêhtir di nava civakê de xebat bê meşandin. Morales got, "Guhertina herî mezin 'li şûna kêmkirina 'pêşkêşkirina narkotîkê' divê kêmkirina 'daxwaza ji narkotîkê' be."
Serokdewletê Meksîkayê Enrîqûe Pena Nîeto îdîa kir ku ji salên 70'î û vir ve li hemberî narkotîkê 'şer' tê meşandin û destnîşan kir, ku têkoşîna ev 40 sal in tê meşandin ne hilberîn ne jî bikaranîna narkotîkê kêm kiriye.
Li gorî raporên WHO, li gelemperiya cîhanê 27 mîlyon kes madeyên narkotîkê bi kar tînin û pê ve girêdayî ne. Her sal 400 ehzar kes ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê jiyana xwe ji dest didin. Tê texmînkirin, ku ji bilî parzemîna Afrîkayê, ji sedî 30 sedema zêdebûna nexweşiyên AIDS'ê, Hepatît B û C, bikaranîna narkotîkê ye.