Berê penaberan li Îtalyayê ye: Bi sed hezaran penaber li Lîbyayê disekinin

Piştî ku bi sedan penaber li Derya Spî xeniqîn, rûdana xeterî û gengaziya karesatên nû li Derya Spî careke din ket rojevê. Lêgerînên ji bo çareseriya pirsgirêkê jî dewam dikin.

Pêla penaberan a ber bi Îtalyayê, ku piştî xeniqîna bi sedan penaberan li Derya Spî careke din ket rojevê, tehlûke heye ku rê li ber gelek karesatên nû veke. Lêgerînên ji bo çareseriya pirsgirêkê jî dewam dikin.

Piştî peymana li ser penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, zêdebûna hejmara penaberan ên di ser Lîbya û Misirê re berê xwe didin Îtalyayê, balê dikişîne. Heta niha herî kêm 400 penaber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane. Tê texmînkirin ku li Lîbyayê 200 hezar heta 500 penaber ji bo derbasî Ewropayê bibin disekinin. Serokwezîrê hikûmeta lihevkirinê Fayez Seraj daxwaza alîkariyê ji welatên Ewropayê kir.

BI SED HEZARAN KES LI LÎBYAYÊ DISEKININ

Piştî ku li Derya Spî berî çend rojan di karesatekê de nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan, bala mirovan careken zîvirî ser vê herêmê.

Li gorî texmînên Neteweyên yekbûyî (NY) ji ber şerê navxweyî û bêîstiqrariyê bi qasî 200 hezar penaber ji bo derbasî Îtalyayê bibin li Lîbyayê ne. Lê belê çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê (YE) îdîa dikin ku ev hejmar bi qasî 500 hezar e.

SEROKWEZÎRÊ LÎBYAYÊ ALÎKARÎ XWEST

Li Lîbyayê ku şerê navxweyî lê dewam dike, hikûmeta nû ya ji aliyê NY ve hatiye qebûlkirin ji bo çareseriya pirsgirêkê bêçare  ye. Serokwezîr Fayez Seraj bi rêya vîdyo-konferans beşdarî Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên YE bû û daxwaza alîkariyê ji welatên yekîtiyê kir. Seraj her wiha ji bo têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ku di trafîka penaberan de para xwe heye, alîkarî xwest.

'YE AMADE YE ALÎKARIYÊ BIDE'

Nûnera Bilind a Ewlekarî û Karên Derve ya YE Federîca Mogherînî li ser daxwaza alîkariyê ya Serokwezîrê nû yê Lîbyayê axivî û anî ziman, yekîtî amade ye destekê bide 'hikûmeta yekîtiya neteweyî'. Mogherînî da xuyakirin, ku di asta yekemîn de dikare alîkariya malî ya ji 100 mîlyon euroyî ji Lîbyayê re were kirin.

Di hefteyên dawî de hejmara penaberên tên Îtalyayê gelekî zêde bûye. Çend roj berê ji ber keştiyeke ji Misirê bi rê ket noqî binê avê bû, tê texmînkirin ku 400 penaberan jiyana xwe ji dest dane.