Piraniya Ewropiyan Brexitê naxwazin
Ji bo referandûma Brexit a li ser endametiya Brîtanya ya li nava Yekîtiya Ewropayê, hewldanên aliyan dewam dikin. Derket holê, welatiyên welatên din ên Ewropayê dixwazin Brîtanya di nava yekîtiyê de bimîne.

Li gorî anketa şîrketa TNS, ku li Brîtanya, Fransa, Elmanya, Spanya û Polonyayê hat çêkirin, piraniya welatiyên van pênc welatan li dijî Brexit in.
Li gorî encamên anketê, herî zêde welatiyên Elmanya dixwazin Brîtanya di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de bimîne, ku rêjeya wan ji sedî 78 e. Li Spanyayê ji sedî 67, li Fransayê ji sedî 59 û li Polonyayê jî ji sedî 54 ê welatiyan naxwazin Brîtanya ji nava YE derkeve.
Ji sedî 38 ê Brîtanyayî jî dixwazin welatê wan di nava YE de bimîne. Ji sedî 34'an dan xuyakirin ku ew alîgirê Brexit in. Rêjeya mirovên bê biryar jî ji sedî 28 e.
Zêdeyî nîvê Fransiyan di wê baweriyê de ne ku gelên Brîtanyayê wê dengê xwe ji bo derketina ji nava YE bi kar bînin. Lê piraniya welatiyên li welatên din, texmîn dikin ku wê Brîtanyayî dengê xwe ji bo mayîna li nava YE bi kar bînin.
Li Spanyayê ji sedî 43, li Polonyayê ji sedî 39, li Elmanyayê ji sedî 36 û li Fransayê jî ji sedî 33 ê welatiyan di wê baweriyê de ne, ku eger Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, wê aboriya yekîtiyê ber bi nebaşiyê ve biçe. Rêjeya mirovên di wê baweriyê de ne ku bi Brexitê re wê aboriya YE baştir bibe li Elmanyayê ji sedî 2, li Fransayê jî ji sedî 14 ye.
Yên dibêjin; derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê wê ti guhertinê di aboriya YE de neke, li Elmanya û Fransayê ji sedî 53 ye. Li welatên din jî yek ji sê parên welatiyan bawer dikin ku derketina Brîtanya wê bandorê li guhertina rewşa heyî ya aboriyê neke.