Welatên firoşkarên petrolê careke din li hev nekirin

Ji bo pêşîgirtina li kêmbûna buhayê petrolê, welatên petrolê difiroşin derve muzakere pêk anîn. Welatên firoşkar di van danûstandinan de jî li hev nekirin.

Ji bo pêşîgirtina li kêmbûna buhayê petrolê, welatên petrolê difiroşin derve muzakere pêk anîn. Welatên firoşkar di van danûstandinan de jî li hev nekirin.

Di navbera Rêxistina Welatên Petrolê Difiroşin Derve (OPEC) û heyetên Rûsyayê de, li Qatarê civînek hat lidarxisitn. Di civînê de, ji bo pêşîgirtina kêmbûna buhayê petrolê nîqaş li ser kêmkirina hilberîna petrolê hat meşandin. Lihevnekirina li ser vê mijarê, di vê civînê de jî çareser nebû.

Wezîrê Petrolê yê Nîjeryayê Emmanûel Ibe Kachîkwû piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ji civînê ti encam derneketiye. Wezîr da xuyakirin, ku danûstandinên li ser wekhevîkirina hilberîna petrolê dibe ku di meha Hezîranê de ji nû ve pêk bên.

Wezîrê petrolê yê Qatara malovanî ji civînê re kir Mûhammed el Sada jî da zanîn, ku ji bo lihevkirinê pêwîstî hîn bêhtir bi danûstandinan heye.

Di civîna navbera welatên OPEC û Rûsyayê de, welatê Îranê temsîl nake ku vî welatî ji ber rakirina ambargoya li ser xwe biryar da hilberîna petrolê zêde bike. Sedemeke din a bêencammayîna civînê jî helwesta Erebîstana Siûdî tê nîşandan.

Buhayê warîleke cureyên petrolê di meha Hezîrana 2014'an de zêdeyî 100 dolar bû. Ev yek di meha Çileyê de daketibû 25-30 dolarî. Ji meha Sibatê û vir ve buhayê petrolê ji nû ve zêde bû. Ev buha niha di asta 38-40 dolarî de ye.

Tevî welatên Rojhilata Navîn û Rûsyayê, welatên Venezûela û Nîjerya yên petrol çavkaniyeke xurt a aboriya wan e, ji ber kêmbûna buhayê petrolê ketin nava pirsgirêkên giran ên aboriyê.