Li Afganîstanê êrîşa întixarî
Li paytexta Afganîstan Kabûlê êrîşeke întixarî hat kirin. Hat ragihandin, ku ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene.
Li paytexta Afganîstan Kabûlê êrîşeke întixarî hat kirin. Hat ragihandin, ku ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene.
Berdevkê Wezareat Karên Hundir a Afganîstanê daxuyaniyek da û diyar kir, êrîşkarê întixarî maşîna bombebarkirî teqandiye. Tê gotin, ji ber êrîşan bi dehan kes birîndar bûne û ji herêmê dengê çekan hatiye.
Berdevkekî Wezareta Tenduristiyê jî da zanîn, ku zêdeyî 40 birîndar birine nexweşxaneyên li paytexta Kabûlê û hin ji birîndaran jiyana xwe ji dest dane.
Talîbanê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.