Wezîrê Karên Hundir ê eyaletê Kalûs Boûîllon ê CDU'yî ji rojnameya Rheînsche Post re axivî û anî ziman, uk ew dixwazin li ser bingeha 'bi daxwazê' penaberên li eyaletê di testa aqil (IQ) de derbas bikin. Boûîllon îdîa kir, ku bi vê testê re ew dikarin tespît bikin ku penaber dikarin li kîjan qadê xebitin an jî pêwîstiya xwe bi kîjan perwerdeyê heye.
Wezîrê Karên Hundir da zanîn ku wan ev plan bi Saziya Dîtina Kar û Karkeran a Federal û pisporên bazara kar ên sereke re amade kirine û ewilî dixwazin 600 heta 700 penaber tevlî vê testê bikin.
Hevparê koalîsyonê wezîr û siyasetmedarên ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) nerazîbûn nîşanî vê plana biçûkxistina penaberan dan. Sekretera Giştî ya Partiya SPD a rêxistina eyaleta Saarlandê Petra Berg da xuyakirin, ku plana CDU 'şaş' e.
Berg da zanîn ku pêkanînên weke testa IQ wê pêşhukman bi xwe re bîne û mirovan tine bihesibîne.
Wezîra Aboriyê ya Eyaletê Anke Rehlînger jî li dijî vê pêşniyara hevparê xwe derket. Rehlînger diyar kir, ku ji bo penaber tevlî bazara kar bibe wan gelek xebat meşandine û ragihand, ku pêşniyara CDU ne di cih de ye.