Li Fransayê, ji ber ku bersiv ji daxwazên mafên xebatkarên rêyên hesinî nehat dayîn, sendîkayên sereke yên li vî welatî biryara greva giştî standin. Grev wê di 25'ê Nîsanê saet di 19:00 de destpê bike û roja 26'ê Nîsanê dewam bike.
Xebatkarên Şîrketa Rêyên Hesinî ya Fransayê (SNCF), li dijî pêşnûme projeay nû ya şîrketên cemaweriyê ya li ser saetên kar û rojên bêhnvedanê, biryara grevê standin. Sendîkayên CGT, Unsa, SUD û CFDT ên temsîliyeta 150 hezar xebatên SNCF dikin, ji ber ku bersiv ji daxwazên mafên xebatkaranr e nehatiye dayîn li hev kirin ku greva giştî pêk bînin.
Ji sala 2013'an û vir ve cara duyemîn de sendîka biryara greva giştî didin. Herî dawî di 9'ê Adarê de grev pêk hatibû û li gorî rêveberiya SNCF ji sedî 35 ê hemû personelan, li gorî sendîkayan jî ji sedî 60 ê hemû makînîst û kontroloran beşdarî grevê bûbûn.
Çav li rê ye, eger daxwazên xebatkaran neyên qebûlkirin wê di 10'ê Gulanê de li gelemperiya welêt xwepêşandan bên lidarxistin.