Dawnê wêneyê kraterên li Ceresê kişand

Maşîna fezayî Dawn a ji aliyê NASA'yê ve hat şandin, wêneyên ji gerstêrkên biçûk Ceres a li derveyî Sîstema Rojê ye kişand. Di van wêneyên kraterên mezin balê dikişînin.

Maşîna fezayî Dawn a ji aliyê Daîreya Feza û Hewakariyê ya Amerîka (NASA) ve hat şandin, wêneyên ji gerstêrkên biçûk Ceres a li derveyî Sîstema Rojê ye kişand. Di van wêneyên kraterên mezin balê dikişînin.

Li gorî wêneyên hatine şandin, kratera Haûlanî bi qasî 34 kîlometreyan berfireh e. Kratera Oxo ya li vê gerstêrka biçûk, 10 kîlometre ye.

Di wêneyan de hat tespîtkirin ku li dora kratera Haûlanî, ax şemitiye û şopên vê hatin dîtin.

Maşîna fezayî Dawn di Adara 2015'an de hatibû şandin û bû yekemîn maşîna fezayî ya xwe gihand gerstêrka biçûk a 5 mîlyar kîlometre dûrî cîhanê ye. Dawn beriya niha jî wêneyên gerstêrkê şandibû.